A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berken Bereh - Diyarî
643 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berken Bereh - Diyarî

dêya min hêviya birreke nevî ji min dikir
bavê min doza keriyek pêz
min da dû bayê dilê xwe

ba û bager bira-zava
berf û pûk berbû
bi çiyayekî re zewicîm

min çavekî xwe
diyarî kendalekî boz kir
lingê xwe
bexşî newaleke tazî û kûr

min bedena xwe da axeke sêwî
da sebra xwe pê bîne di rojên teng û tarî de!