A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berken Bereh - Çarçira
963 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berken Bereh - Çarçira

min dît
roj li nîvro
mêrxasek borî
ji meydana Çarçirayê
bi hiş û dilê xwe yê xas
bi hest û hîsên xwe yên çîptazî
gul dibarîn ji sîngê wî

esmanek lerizî
çemek herifî
xakek li xwe hat xezebê
wek ku bibêje
divê veguhere
ev çarenûsa berepaşkî

ji wê rojê maye
ev dirûşma di hişê min
ev silava
em jê re
diçin sicdê

Çavkanî: Medya Civakî