A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berken Bereh - An Na
2083 Xwendin
13 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berken Bereh - An Na

li hêsirên çavên te xewnên min dilikumin
an na
min dê bi derba ewil
ji qurm hilkira dara bêdengiyê ji bajêr
û bi xwîna xwe paqij bikira gemariya li kolanên te

çend car in diqelêşin dengê min hovemirov
li çend kolana kenê min hate rûçikandin
her ku dibezim melûliya te dibe kelem
destên min ji xemsariya te diqefilin

ne jiyam ji zivistanê pê ve demsal
ev çend sal in rastî nêrgizekê nehatim
xiyaleke min hebû bi xwîna min geş bû yî
kilamek ji awaza Mem û Zînê pêk dihat
têla kemançkê min bi xwe qetand
ne ji neçariyê min penaberî hilbijart
mindalên min di koçberiya leyîstokan de dinalin

bû çend sal ku min sosinek bêhn nekiriye
xwe neavêtiye pêsîra xweş-xamayekê
û mil nedaye paleyekî û heyranokek negotiye

gundî bûm gavên min bi şermokî
hay ji pirtûkên pîroz jî ne bû
min tenê tu nasdikirî
evîndarê çavên te yÊn zeytûnî bûm
roj bîst û çar saet
bi perika dilê xwe dipêçam
û şûna nan û avê
titina qaçax
hesreta te dikişand û vedixwarim

leylaneke min hebû bi evînê hûnandî
her mirovek ji nazdariya robarekî
her malek ruknê wê ji kulîlkekê
ezmanek gemar û bi xwînî bû para min
ne keniyam jidil carekê

de bila kund bistrên heta nava wan bikeve
bi destê kîjan bayê digirim
rêya min bi dojehê dikeve!

rêwiyê birînên çilkezî dipejirînim
pirtûka evîna xwe ji nû ve ji ber dikim