A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bêrî Bihar - Qeşem
154 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bêrî Bihar - Qeşem

Dilê min wek kulîlkên qeşadayî,
Li ber şikestinê ye.
Taveheyva çavên te de xûyaye belek,
Pêşeroja xweza,
Yên bihara rengîn.
Dûrî
Dûrî dûr e…

Kulîlka li ber bişkivtinê me,
Bi hêviya evîna dijwar.

Dilê min teng e,
Tengahî teng e…

Gul û gulçînên min ji bîr kirin roj.
Di şahiyên çavên te de,
Bihar di kene bi tiketik e,

De were!
Êdi were!
Tevî çûkên li hêlînan geriyayî,
Bi bayê xwe re bîne,
Bihara kûlîlkên qeşadayî…