A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bêrî Bihar - Neçe
352 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bêrî Bihar - Neçe

Min got neçe ji te re,
Nebe bi xwe re kêf û nalînên min.
Tu nikarî hilgirî, ez te nas dikim,
Tu zu ditengizî, nikarî li hember pêlan,
Nikarî li hember lehiya hestan, direvî.
Min got ji te re, nebe bixwe re,
wan bargiraniyan,
Wê ew bibin tacek ji berfa hemdemîn,
Xwe bidin serê te û tê de wê qeşa bigirin hestên min.
Agirî,
min got ji te re,
tu ne berenberî Agirî yî.
Xwe ewqas mezin,
zirav û
dirêj neke.
Bikî nekî serê te nagihe ewran.
Divêt tu li ber û pêşiya xwe binihêre.
Kesek silavek jî li te nake,
Heger ne evîniya min bî ji xwe tu xuya nakî.
Tu di kirasê min de yî dema mirov ji te re dikenin.
Tu yê di kadîna kulên min de rakevî,
Tune cîh û livîn ji te re.
Tu yê têkevî tora wan zindî an jî miriyên zagonan,
Wê te bêxwedî, perîşan û tenê bikin.
Neçe min got ji te re
û
binpê neke van bîranînên me yên rengîn.
Ewên ku her yek wê bibûna zarokeke rûgeş ji me re.
Tewanbariyan nede pişta xwe min got,
Nebe jankujê janvejînan.

Ji henga ku tu ji kirasê min derketî yî.
Dizanim, li te sar e,
Tu dicemidî, belkî jî diqerisî,
Dixwazim dîsa çakêtê xwe biavêjim ser milên te.
Te biparêzim,
germ bikim,
bi hilmên xwe yên şîloz.


Min got neçe,
tu yê bêriya min bikî.
Tiştek pîs e tu zanî bêrîkirina min.

Kirasê min jî stûxwar e bêyi te,
Nema tê şûştin, ûtîkirin.
Reng û rû jê çûye, qermiçiye.
Min dizanîbû ku tu herî,
ezê bi tenêbûna xwe vebim.
Nû bi rengê rûyê xwe hisiyam.
Diran…
Diranên min zer, neynûkên min dirêj,
çavên min tijî şîqal in.
Min nizanîbu ku heya neha neynik,
Dixapînin çavên min.
Nemaye xweşî û aramî,
Dicemidim,
li min sar e,
Li germahiya te digere laşê min.
Di tunebûna te de li wateyan digere,
Her beyarî û xizanî dertên, ji xewnên şevan
Balîvê min nema weke pêmbû
lê weke guran tê rûyê min,
Nema laşê min germ dibe bi wê mitêla hirî,
Nikarim li xwe deynim, zor e

Yê ku bêwate bû ez bûm li cem te.

Min got ji te re neçe,
Ezê bêriya te bikim, ku tu herî,
Nikarim li xwe deynim, zor e,
Lê…Tiştek gelek pîs e bêriya te kirin…