A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bêrî Bihar - Hêvî Cejn e
227 Xwendin
10 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bêrî Bihar - Hêvî Cejn e

Cotek şekalên nû,
Di binê balîfa min de,
Destê min di paxila diya min de .
Min çavên xwe bi lez girtin,
Ji bo bi lez sibe bibe…
Sibehê cejn e!..
Du roj heya nîvro rojî bûm,
Diya min ew dirût, bû rojek.

Di tûrê min de hêviyên gelek,
Reng bi reng şekirên cejnê.
Her reng hêviyek…
Dilbiçûk, hêvî mezin bû zaroktiya min.
Kê ji min girt nizanim.
Nayê bîra min…