A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berhîm Qasim - Avista
162 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berhîm Qasim - Avista

Dilberê carek bidî maçek ji lêvan muhbetî
Wê dilî hişyar bibêt û can ji xew bê suxletî

Tê kevê derya hejaran nav û nîşanê te lê
Bête suhtin ew ji kerba yan ji derba berketî

Xeml û xêla xo girê de berbûd û xêlên tene
Ev sirûşt her xoş dibêtin ev welat jî helbetî

Em hemî vêkra mijûlin bendewarê gel tene
Mest û gêj û serxweşin em mey ji dest tû merwetî

Roj û mah û xor û xorşîd def û ney û zirnene
Girtiyê reqs û semayê tev bi êkra hilkutî

Bê goman xaka te suhre nav û nîşana me lê
Her wekî jîn û jiyane avedanek b, serketî

Pir bi namûs û bi bextin na kevin rehka kesa
soz û peyman bend û zincîr min ne kir qet xefletî

Rohniya şefqa avista her ji bo me wî nivîst
çol û çiya yên te horin zaredeştê nûretî

Dewlemendin em di cengê evîn cenga xoşewîst
Baş bizanî tû li gel min rohniya pir şefqetî

Bê goman ristên te sazin her demî ola me ye
Serfirazin gel te yarê dev û lêv wek şerbetî

Wek sipîtama di gel mêj ber bi roj mêja me ye
Xak û av û agirê te va ketî dest lehnetî

Ey xuda hawar dikim tû ber mijî carek were
Agirê pîroz bi parêz da bi mînê pêketî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê