A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bêbuhar (Yûsif Berazî) - Şîna Seydayê Nemir Tîrêj
344 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bêbuhar (Yûsif Berazî) - Şîna Seydayê Nemir Tîrêj

Tu seydayê gelê Kurdî
Bi helbestan te fêrdayî
Li nav Kurdan te rûpel girt
Di dîrokê ne windayî
Tu Lorka û şikispîrî
Tu Taxûrê me Kurdayî
Heya Kurd hey li dunyayê
Li nav Kurdan tuyî Manî

Di tarî da te rojê Kurd
Bi tîrêjê xwe ronî kir
Gelek tiştên xuya nedbûn
Ji Kurda re xuyanî kir
Nexweş bû Kurd ji Kurda ra
We tim dozê jiyanî kir
Tu Bêkes û Hejarê Kurd
Cegerxwîn û melê Xanî

Te rê da ber gelê Kurd tim
Ji bo Kurd jî felat bin ew
Bi xamê bê hedar bûyî
Dinivîsand bi şev bê xew
Tu wek Ducla û Xabûr bû
Herdû Zab û Ferat bû ew
Dilopên hêsirê Kurdan
Ji jor tên wan gelek kanî
Ji dozê ra tu perwer bû
Ji Kurda ra civat çêkir
Ji nav Kurdan tu mir barkir
Ji helbestan Kurd têrkir
Cegerxwînê duduyayî tu
Bi zanyarî we Kurd fêrkir
Di gorê da tême serdan
Mirî dîsa tu rêzanî

Li ba serwer û zanên Kurd
Ewên şandar tu mêvanî
Li Bêkes û Hejarê zan
Cegerxwîn û melê Xanî
Riza û şêx Se`îdê kal
Li ba Qadî û Barzanî
Li Ihsan Nûriyê Agrî
û şêx Mehmûd tu cîranî

Tu çû ba wan li vir ez mam
Silavê min li wana kî
Bi helbestên xwe yî şêrîn
Tu hêvî min ji wana kî
Ku ez bimrim li ba wana
Mi jî belkî bi cîran kî
Bibêj ew Bêbuharê jar
Ji wî min ev silav hanî

Dibêje Kurd li Kurdistan
Di xew dabûn we tev ş`yarkir
Hemû Kurdên li cihanê
Nezan bûn ew we tev zankir
Dibê bavê me Barzanî
Bi çekdarî rijîm sazkir
Welatê Kurd xerab nabê
Ji kurd ra wî binat danî

Mi sûnd xwarî heya bimrim
Dibê rêça we bernadim
Heya saxbim li dunyayê
Ji wê rêçê xwe banadim
Bila nemrim bi sernizmî
Ji çewser ra qe rê nadim
Bila bimrim şehîd im ez
Bila nemrim bi erzanî

Welatê min di dest çû ser
Ezê dozkim bi bêwestî
Ku ê doz ke tucar namrê
Kesê dozê xwe tim xwestî
Mirovim ez wekî xelkê
Divê jînbim bi serbestî
Bi zor mafê xwe nestînî
Tucar wê kes nebên hanî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê