A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bêbuhar (Yûsif Berazî) - Kesê Bindest
463 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bêbuhar (Yûsif Berazî) - Kesê Bindest

Kesê bindest ji dujmin ew netrsê
Lidij dujmin divê ew dest hilînê
Lidij dujmin serî deynê bi tirsê
Ne mafê wî li dinya jîn bimînê
Kesê tirsok heroj dimrê li dunya
Kesê mêr rojekê dimrê di jînê
Kesê tirsok bi saxî nav mirî ew
Kesê mêrxas ku mir lê nav dimînê
Wekî baz wê li ser çiyayê bilind bê
Bi azadî jiyana xweş bibînê
Kesê tirsok riha nabê ji dujmin
Ji dujmin re mirîşk bê wê li pînê
Ji bo hêka xwedîkê wê bi kêrê
Serî jêkê li dina wê nemînê
Ji çiyan av ku bê xwar wê zelal bê
Li cî kort av genîbê wê bimînê
Li hawêr wê merovê wê nexweş bin
Ji kelmêşa ji mikrobê ji bînê
Kesê tirsok bûyira gel dibê qels
Netirsmêra di nav gel de diçînê
Kesê mêrxas nebes mêrbê bi kuştin
Kesê mêrxas ewya mêrbê bixwînê
Ji zanyarî ji abûrî ji konî
Bi hersya re ku azad bê bixwînê
Kesê tirsok nebê tacir li bazar
Tu kar nakê newêrê ew kirînê
Qesab ewbê dirav nadê kebabê
Kebabê kes qe têr naxwê ji bînê
Bi dil ew kes ne wek Ferhad û Mem bê
Tu car namrê ji bo şêrîn û Zînê
Mirin talî mirov barke ji dinya
Kesê namûs ku pir bê wî dişînê
Jiyan mi bêbuhara xweş buhartî
Bi zanyarî bi ramanî bi vînê
Kesê bê hiş tu car wê guh nedê min
Kesê hişyar ji min wê sûd bibînê.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê