A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bavê Tosin - Seydayê Min
55 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bavê Tosin - Seydayê Min

Seydayê min!
Her tu berpirsyarê

şkandina dilê min î Ola te ya nependî
Laleşeke fireh di dilê min de
Vekiriye
Rojê sê caran
Eniya xwe
Li pûtê Anahîta didim
Rojê sê caran
Hember pûtê raboriyên te
radiwestim
û hîn
Te berê xwe ji min
guhertiye
Seydayê min
Efsaneya
bîranîna te dixwînim
Pel bi pel
û her û her
Girnijandina te
çîrokên azadiyê dilorîne
De vegere!
Ne me çêkirine
Xewna min û te sar nebûye
Lê em ji bendewariyê
diwestin
De vegere!
Te sînorên nû
Ji aramê re datanîn
û min tê de dilîst
Reşo
Tu di bîra min de
Kela Nebî Horî yî
Dengê te bi çemê Efrînê re
Di raboriyên min de diherike
Dara zeytûnê
Rûbar û sûlavên te
Di mejiyê min de kolayî ne
Yek caran
Li ber lingê pûtê Sînemeya Amûdê
û yek caran
Di nav kulîlkên Kefercenê re
Tu pêrgî min dihatî
Yek caran
Ez û tu
Bi ava Meydankê re
Têne xwar
û yek caran
Em ji Heredere
Ditirsyan.
Reşo!
Ger tu yê werî
Ez ê di Laleşa Arta de
Vî temenî bi nimêjê
Di bendewarya te de,
biborînim.
De vegere!
Reşo!
Min gelek hêsir
Ji himbêzkirina te re
Veşartine
Sirûda min û te
nîvco maye
û gelek pevekên serjêkirî
Ji ferhenga te kût mane
Reşê min
Girek ji zater û indeko
Min berevkirine
û helbesta xewna bêdawî
Ez ê derxim
Pêşwaziya te
Reşê min
Ez nexeyidî me lê tenê
min diva
Em sirûda xwe
Bi hev re
Berdewam bikin.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê