A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bavê Tosin - Kî Eyûb E?
108 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bavê Tosin - Kî Eyûb E?

Erê Eyûb
Em Eyûbin yan tu?
Dilê me gwîza siwara ye
Di destarê demê de
Bi destê sitemkaran
Tê hêran
Hîn jî tu me dilorîne
“Menal
berxê mino
menal”
Em şaneşînên birçîbûnê
Ava dikin
Dergûşa
Xewnên beravêtî
Himêz dikin
û hîn
Tu tariya şevên me
Pîroz dikî
şevên kelogirî
Li ser ciwaniya me
Li ser temenê me yê
Dagîrkirî bi kul û derdan
şevên bê leheng
bê şoreş
bê aso
şevên ku xwe ji xwîna me
Daweravtine
şevên herifandina
Dîwarên arama Eyûb
Ey Eyûbê gunehkar
Em Eyûbin yan tu?
Te çawa arama me dizî
û li sitûnên
Qurmiçandina temenan
Bela dikir
û dîsa me dilorîne
“Menal
berxê mino
menal”
Bi lorandina te
Agirê hinavê me
Diherike
Hêsrên mendalên Kurdistanê
Dibin lêmişt
û Qeyika tenî giran giran
Li biyaniyê
Li penaberiyê
Digerînin
Bi gerê re
Giran dibe barê me
Bese Eyûb
Vî barî
Vê sitemê
Sînorên arama xwedê
Derbas kirin
û hîn jî tu qonaxên nû
Cot dikî
û arama xwe
Li ser sînga me
şîr didî
Bese
Emê Jî carekê
çîroka Derwêşê Evdî
Ji te re bêjin
Da ku
Vezelandina arama te
Nema têra
Firebûna baskên me bikî
De bêje Eyûb
Kî EYûBE???.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê