A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bavê Tosin - Ez Li Te Digeryam
175 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bavê Tosin - Ez Li Te Digeryam

Ji mêj
Ez li te digeryam
Berî dadana agirê dojehê
Ta piştî
şewitandina zindana Hisiça
Ez li te digeryam
Bê rawestan
Anahîta dilbijok
Dil ketibû azara min
Arama min
Anahîta devê Dojehê
Di dilê min de vekir
Di nav şewitandina
Dilê min
û şewitandina
Zindana Hisiça de
Anahîta kelogirî dibû
û li ber kêlên
Sînemeya Amûdê
Rûnişt û girya û girya
Ez li te digeryam
Tu ya nayê salixdan
Ji girnijandina
Lêvên xwe
Yezdan tu afirand
Bi meya yezdanî
Li ser kavlên Helebça
Tu şuşt
Di kêşandina
Girnijandina tede
Anahîta di westiya

Ez li te digeryam
Geh tu diçû
Geh tu dihat
Dorpêçkirî bi yezdanan
Li hespê keskesorê
Siwar dibû
Geh tu dihat
û geh diçû
Bi çûnate re
çiya stewr dibûn
Hespê Derwêşê Evdî
Diterpilî
Gava tu dihat
Girê MOZA
Derdiket pêşwaziya te
Edûlê dilîland
Ez li te digeryam
Bi çûna tere
şERMOLA
Qêrîndike: “kuro lawo
Girê MOZA berbatkirin"
Geh tu diçû
û geh dihat
Ez li te digeryam
Kolan bi kolan
Derya bi derya
Geh tu diçû
û geh dihat
Anahîta serxweş dibû
Ji guvajtina dilê min
û efsaneya
Evîna min û te
Nîvcodikir
Ji lewra me jî
Qevdek hêstir
Li ber serê wê
Datanî
Ez li te digeryam
Te li hespê dikirin
Bi lîlelîl
Lê te nakin bûk
Têlên bi stirî
Dîwarên bilind
Deryên hesinî
Xew li te giran bûye
û te xewa xwe
Davêt ser çavên me tevan
Geh tu diçû
û geh dihat
Ez li te digeryam
Yek caran
Min tu didît
Tu dibû rewrewk
Li meydana çarçira
Sê hêviyan
Xwe darvekirin
Qêrîna Girê MOZA
Di benda de
Kêferatê dike
Kewa gozel
Di gola Wanê de
Hêlîn avakirin
Min yek caran
Tu didît
Lê rewrewk bû
û yek caran
Di nav toza siwaran de
Lê tu dîsa diçû
Geh tu diçû
û geh dihat
Ez li te digeryam
Ez li te digeryam
Qorzî bi qorzî
Li vî welatê ku bûye
çandira mişixtyê
Gund bi gund
Gelî bi gelî
Mizgeft û Laleş
Bê rawestan
Ez li te digeryam
Her gavekê
û kêlek şiyar dibû
Her gavekê
Qundaxa tivingek birakujyê
û xewnek serjêkirî
Vedciniqî
û her gavekê
û her gavekê
Gulek
Ji dilopek xwîn dipişkvî
û ez li te digeryam
Ji mêj ez li te
DIGERYAM.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê