A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Baruyr Sevag - Ez Dixwazim
216 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Baruyr Sevag - Ez Dixwazim

Ku valahî bi girî bête dagirtin
lê ne bi giriyê Dayikê
Belê bi giriyê Mendal
Ez dixwazim
Ku xotan nemire
Belê xotan bi stiranan bimîne
Ez dixwazim
Ku baran bi hêzdarî li ser zadan bibare
Ne ku bela wela li nîvê deryayê biherike
Ez dixwazim
Ku çiya pezkoviyan di paşila xwe de himbêz bike
Ne mar û mişkan
Ger mirin giring be...
Bila mirin mirovekî zewzek bi xwe re bibe
û .. yê leheng bihêle
ger şer giring be....
tiştê herî baş ku ne du komar pev kevin
lê.... jin û mêrek
ger otî pêwîst be...
va ye cilên qermiçî otî bikin
û ...dilekî nespêrin vê otiya har
veşartin pêwîst e....
de bila kur dayika xwe ya pîr veşêre
şûna ku dayik kurê Xwe yê ciwan veşêre

ger hûn bi xwazin...
bistirên bêyî ku bêjin (canê me derxistin)
ger hûn bi xwazin....
hevdû himbêz bikin da di himbêza hev de
dilê We biêşe
ger hûn bixwazin
mirovekî ji mirinê biparêzin bêyî ku spasî
ji devê Wî der bikevin
ger hûn bixwazin xwe ramedînin
xwe ramedînin ji bo hûn rê li ber tang û topan bigirin
lê ne li ber makîneya agirvemirînê

ger hûn bibexşînin
bihêlin ez careke dî bixwazim.....
ez dixwazim
ku ew cinawirê Kevnar
ê ku pêjnek ji dexsotiyê Ye
ji dilê Mirov koçbar bibe
weku wan bapîrên me
dema ku ji şikeftê Koçbar bûn

dixwazim...
ger em dîl bikevin
em nebin dîlên dujminan
belê Dîlên dilberan....
dixwazim ...
ger em bêne ruhin kirin
ku em ruhin bibin
bêyî ku em bêne meyandin.....
dixwazim ....
ger em hişê Xwe bidin tiştekî
bila ew tişt tenha afirandin be
û .. ger em dil têkevin yarekê
bila hew carek be.......

gelo tiştê ku ez dixwazim naçar in....?
de bila jin bizên
bêyî azarkêşiya cîstaniyê
Bila komar bi hev re şer bikin
bêyî ku deryayeke ji xwînê biherike
bila şewat geş bibin bêyî êgir
û .. bila mirov jana xweşiyê di nav hev de
belav bikin

ger lewendî pêwîst be...
bila newqa dilberan zirav be
ger perestiya rêdanê giring be...
bila ew perestî.. ji me dûr be

pêwîstdariya pîrozgirtinê Heye...
de bila pîrozgirtin ji parasûyeke bilind be
şûna ku tabûtan bi lavêjan bigirin
çi pêwîstî ji parvekirinê Re heye...?
de bila jimar di defterên dibistanan de
bêne parvekirin
ma gurmîn giring e...
dê bila neppoxên zarokan biteqin
şûna ku goga zemîna me
ya gunehkar û ne gunehkar
hilweşe.....
bê guman ez dixwazim
tiştê ku hûn jî dixwazin.....!!!!!

Ji Ermenkî: Zara Dîlbero
*Baruyr Sevag (1924-1971): yek ji navdartirîn helbestvanên ermenî ye, eger ne yê herî bi nav û deng be. Ew di sala 1924an li gundê Sovedashen nêzîkî çiyayê Ararat ji dayik bûye. Di sala 1945an de xwendina felsefeyê li zankoya Yêrîvanê kuta kiriye û dûra birêveberiya çend kovar û rojnameyan kiriye. Di sala 1951an de ketiye Enstîtuya Cîhanî ya Wêjeyê li Moskoyê û tê de xebitiye. Ji sala 1963an ta mirina wî ya di sala 1971ê de bûye lêkolînerê berpirsiyar ê Enstîtuya Wêjeyê ya Ekadêmiya Zaniyariyê, û di sala 1966an de hate helbijartin bo sekretariyaya Yekîtiya Nivîskarên Ermêniyayê.
Di jiyana xwe de 8 dîwanên helbestê weşandine û gelek ji wan hatine wergerandin bo zimanên rûsî, hingarî, ingilîzî, elmanî, polonî, latînî, estonî, georgî û yên din. (ÊVAR BAş, amude.net)
Helbestên din ên Helbestvanî/ê