A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bariyê Bala - Rabe
106 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bariyê Bala - Rabe

'Dibaxşînim 64 salîya bûyna Mehmed Qazî.'

Rabe, qelbê mezin, bahare, li her alî bike mêze,
Mêrg-çîman, deşt û zozan dîsa digrin rewşa teze.
Gul û sosin quloz dibin, xemilîne baxê tezî,
Xortê tûnsiz digalînin, şayê dikin qîzê kezî.
Rabe, parçe-parçe bike îro tu libasê xem-kederê,
Bilbil gula bûye mêvan, temam şaye li vê derê.
Hev hizkirî pir şadîman, li xasbaxçe dikin geştê,
Tebîyet bûke, libasê ter tim lê xweş tê.
Rabe, Cizîra me mêvanhize, em li wira bibin mêvan,
Ser mexberê Mem û Zînê hedye daynin tacê gulan.
Were em dîsa bêkavî dil ziyaret bikin Sîpanê sar
Bi zelûlî matem bigrin, bilûvînin tev Xeca zer.
Rabe, bese razê, hîvya mene Melle, Feqî, Ehmedê kal,
Ewledê te sazkirine dîsa cehat li şerqa kal.
Rabe, em jî herin li mixara bikin dew û doz,
Baqê gula bibarînin, Kurdistanê bikin pîroz.

*1957
*Çavkanî: Medya Civakî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê