A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bahoz Duderî - Seyda
136 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bahoz Duderî - Seyda

Seyda
derî veke
ji vî derdî re
çirayekê pêxe
ji min û Xwedê re
digerim
li vî welatî
li tîpekê ji agirê agirî
li helbestekê ji bedena ferêt
li kilîtê
deriyê
Nalî
Cizîrî
lawkê kula me.
***
Va
buhar bê reng û rû bû
ez
yê birçî û tî
ji deryayên meyê
ji agirê Newrozê
serê dîlana Memê
çawa bi gerînim
birîna xwe li wir
dadidim

bazde.
***
Ji çira
vêxin çira
ji rûpelên vê sibê
nema
vegerim
dawîyê dawîya
nêzîk dibim
ji destê te
ji axê.
***
Bi dizî
di guhê mi de bêje
ser pêçîyên lingê xwe
bazde
tu
temborê xwe
veşêre.
***
Ezman şewitî
min jî
xwe bi dar xist
li jêr
çilpik
çilpik
kom dibin
de şa bibe
ey
Xwedê û pêximber.
***
Va
dertêm ji gora xwe
hildidim jor piyana xwe
vedixim zihêr û gez
xwîna xwe jî
gav
bi gav
dipêm.
***
Wiha
dijîm
ji xwe tazî tazî me
ji ramanên xwe
mîna te roniyê.
***
Derî
wê vebê
piştî hundur min vala dibê
serê min tê darxistin
dinêv
toz
û
ariya rûpela.
***
Ger dikarî
ji dinyayê
ji ewr û birûska
şah û şahiyê tev bi revîn
tu bahozê
ji dora min neçe
devê xwe veke
tim
guv
guv ke.
***
Ber
destê sibê bû
basik
li piştê min şîn bûn
firîm
buhuşt û buhara
revî.
***
îro bibe
zaro û bi gîre
her
bi bez nêv kevra
gula kom ke
yek bi yek
destê diya xwe bihin ke
hêsira bi weşîn
îro
tu welate.
***
Seyda
ev pênûs
wê min bi parêze
ji girêftarên mêjî
ev tirs dijmine
ka
ro
cîhanê tev bikin
gul
welat.
***
Pêlên derya
li min dixin
winda dibim
ji min bi gere
ku va diçê biçê
ku agirê dujeha bê
nema
xemê dixum
di şikestinên
demê.
***
Di cîhanek biçûk de
xwe di xwe de
vedişêrim
da
nikaribim
birevim ji revê.
***

mîxek
kola
tamarên min xwe têr kir
ji qêrîna min
û şûn va
venegerî.
***
Sibê
bi sibê
dezîkî ji sibê didizim
helbestekê çê dikim
ji Efrînê re
pêre nizanim
ku va diçim.
***
Baranê
rêno
darno
ger we kariba, zaniba

ez
di tenhahîyê de
dikuştim.
***
Min Newroz dît
dilê min kuta
dîlanek pêda kir
agirekî
ji helbesta hildidê
pêşmerge
tev li virin
dilê min
tev bû
pêl û derya.
***
Rêyên dûr
em dibirin havîna
gi tişt şîn dibû
tev
por dibezîm
baran û ramos
ji lêva dibarîn
deryayên bêzerîyê
ziwah diman
bo çi
ev
girî.
***
kêrên qêrînê
di cîgerê mi de dilivin
kengî
ro
wê deriyê min bikutê
da
tim
bibim.
***
Seyda
bajarê ji çira
di mêjiyê mi de
min
bi xwe re tê ve didin
dê min bibe
govend û dîlana xwe
ey
rowa pîroz
ta kengî
li ber deriyê te bim
bê hêvî û soz.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê