A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bahadîn Robar - Xatiran Naxwazim
738 Xwendin
38 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bahadîn Robar - Xatiran Naxwazim

Ez vê helbestê ji bo her çar keçên xwe (Meryem, Aynûr,
Rebîa û Berîtan) dikim diyarî!..
Ez îro dibim rêwî û ji axa pîroz bi dûr dikevim
Destê min ji bihuşwarê min vediqete û dişemitim
Lê dilnahêlim behsa xatirxwestinê bilkim yarê!
Ji Birca Belek û ji gora Mem û Zînê
xatiran naxwazim
Dilbikul im, ji heza welat agirdil im
Ji Serxet û Binxetê, ji herîkîna Dîcle û Feradê
Xatiran naxwazim.
Ji axa pîroz venaqetim, bi tu deran ve naçim
Ji Cudî û Sefîneyê, ji Medreseya sor û Mîr Evdal,
Ji Cizîrî û ji El Cezerî û ji Cizrawî
Xatiran naxwazim dilo, naxwazim
Ez ê çawa ji dayîkên windahiyan
Ji gorên bêkes û ji kesên bêgor, ji sînor çarmedor
Xatiran bixwazim û biçim û biçim
Ez xatiran naxwazim, weleh naxwazim
Ji êş û evîn, ji şîn û girîn û ji kul û birînên te
Ji awir û lawirên te, ji bawermend û gawirên te
Ji teyr û tinawirên te
Xatiran naxwazim welato weleh naxwazim.
Ji heps û zindanan, ji gor û gorîstanan
û ji gul gulîstanên te xatiran naxwazim dilo!
Ez ê nikaribim xerîbî û bêrîkirina zehmet û dijwar
Li xwe bikim pîştî bar û bigerim war bi war û
Bajar bi bajar
Ez ê nikaribim agirê bêrîkirinê
Di dilê xemxur de bihewînim
Ez xatiran naxwazim yarê weleh naxwzim
Dilê xatir nexwestî wê vegere yarê wê vegere
Ma min negotiye axa xelkê li ser gora min heram be
Ez ê vegerim, sax an jî mirî ez ê vegerim lewre
Xatiran naxwazim, dilo naxwazim.

*Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 115, Weşanên Ar.
*Bi destûra helbestvanî ye.