A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bahadîn Robar - Welat Naçe Ji Bîra Min
746 Xwendin
42 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bahadîn Robar - Welat Naçe Ji Bîra Min

Çiyayê Cûdî pir bilind e, ji derdê dilê min
Çemê Dîcle diherikê ji rondikên herdu çavên min
Cizîra Botan xweş bajar e, sebra ruhê min
Çi bikim dayê ez çi bikim, welat naçe ji bîra min.
Doşeka min erda sar, berfa spî nivîna min
Çiyayê Botanê balîngehê li bin serê min
Şirnexa rengîn gul e li ber bêhna min
Çi bikim dayê ez çi bikim, welat naçe ji bîra min.
Bajarê Nisêbînê sor bûye ji kula dilê min
Bêhekîm û bêçare, xwîn diherike ji birîna min
Bi soz û ehd wê tim tu bî doza min
Çi bikim dayê ez çi bikim, welat naçe ji bîra min.
Kanî kek û xwîşk, kanî dê û bavê min?
Wê kengê dawî bibe zilma li ser serê min?
Gundî û cîranan jibîr kirine reng û navê min
Çi bikim dayê ez çi bikim, welat naçe ji bîra min.
Bajarê Amedê agirê li ser dilê min
Ma heta kengê wê koletî bibe barê milê min ?
Ji serî heta binî wêran kirin welatê min
Çi bikim dayê ez çi bikim, welat naçe ji bîra min.

*Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 31, Weşanên Ar.
*Bi destûra helbestvanî ye.