A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bahadîn Robar - Tu Mirov î
653 Xwendin
36 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bahadîn Robar - Tu Mirov î

Ey tovê jiyanê tu duh bê al û ol bî
Bê qesr û kock bê tac û text
Tu hez û rêz, jînber û dilber bî
Lewre ji bîr neke tu mirov î, mirov
Ol li pey hev bûn rêz û sermest û gêj
Îbrahîm û Zerdeşt bûne jêderk û serkêş
Tu bîçûk xeşîm î, nebe kul û êş
Lewre ji bîr neke tu mirov î, mirov
Mûsa cihûtî danî li pey wî re Manî
Bûdîzm û Hîndûîzm destûr stendin ji banî
Xweda yek bû, lê olan li pey hev dor danî
Lewre ji bîr neke tu mirov î, mirov
Îsa filetî li Qudsê îlan kir
Romayê dest bi kuştin û hîlan kir
Dazdeh hewariyan încîl temam kir
Lewre ji bîr neke tu mirov î, mirov

Jixwe êzidî xwedî ol û bawerî bûn
Yarasanî û ehlê heq olên xwe danîbûn
Şebek û yezdanî jî olên asmanî bûn
Lewre ji bîr neke tu mirov î, mirov
Muhamed îslam kir ola taliyê
Misilmantî û Quran bûn navê baweriyê
Çendî ol bûn sedema kîn û neyariyê
Lewre ji bîr neke tu mirov î, mirov
Ew şîret û temiyên Xweda û pêxember
Ol û bawerî bûn şûr û xencer
Bibîne çendî dilkevir li ser te bûne kedxwer
Lewre ji bîr neke tu mirov î, mirov.

*Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 101, Weşanên Ar.
*Bi destûra helbestvanî ye.