A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bahadîn Robar - Piştî Vegerê
812 Xwendin
62 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bahadîn Robar - Piştî Vegerê

Ji berî ku ev giyan ji vê bedenê derbikeve
li mêrg û pesarên te
Kulîlkên reng bi reng aj didan
Binefş û sosin, nêrgiz û beybûnan şax didan
biharên te rengîn û payîzên te bihêvî bûn
Berî ez ji te bêm dûrxistin
asîmanê te sayî û kolanên te bişahî bûn
li raserî çemê te gerdengazan geşt û geriyan dikirin
û mêşên hingiv li Rezê Mîran diçêriyan
Berî ez ji te bêm dûrxistin
Kaniya Qesaran zelal diherikiya û
Mem û Zînên te seyd û seyran dikirin
Mele û keşe, qewal û hahamên te
li hev biaş keyf bûn
Piştî vegera salên biêş û dûvdirêj
min dît ku kulîlkên te çilmisîne
û êdî demsala te bûye zivistan û
asîmanê te kelogirî û biewr û gewr e
Qeqlîbazên te baskokirî û gerdengazên te
dîl û zend û bend kelepçekirîne
Teyrên leşxur û mirovên evînkuj
jiyana azad dorpêç kirine û
li şûna mêşhingivan kermozên bijehr
li Rezê Mîran hêlînên xwe çêkirine
Melkemotan kozik û kemîn danîne û
li benda goriyên nû seydê dikin
Bekoyan li ser Kaniya Qesaran konê xwe vedane
û Memên dilevîn û cegerxwîn dixin davikan
Piştî vegera salên biêş û dûvdirêj
min dît ku Bircên te kavil û hêviyên te baskşikestî ne
Mele û keşeyên te xeydok û
qewal û hahamên te ji ol derketine
Erê, piştî vegera min a ji bo te
min dît ku evîn jî wêran bûye Çavreşa min!

*Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 31, Weşanên Ar.
*Bi destûra helbestvanî ye.