A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bahadîn Robar - Ez Kurdistan im
2900 Xwendin
630 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bahadîn Robar - Ez Kurdistan im

Ez dayîka mirovahiyê me
Carinan bûm tovê jiyanê li Kevana Zêrîn,
carinan jî Kawa û agir, Med û Medîstan
Ji bo Zerdeşt û Manî, Îbrahîm û Eyûb bûm dê
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan!
Ez Gulîstana gel û baweriyan im
Hembêz dikim kurd, asûrî, keldanî û ermen
suryanî û mihelmî, ereb û tirkmen
Bihuşt im ji bo fileh û êzîdî, cihû û elewî
hem ji bo misilman û enel heq û zerdeştî
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan!
Li dêrê ayîn, li mizgeftê xutbe û li lalîşê atêşgeh im
Li kenîşteyê ritûel, li cemxaneyê sema û
li perestegeha zerdeştî ez max im
Kelhûr û lekî, hewreman û goran
kurmanc û dimbilî, lorî û soran
çiya û banî, çem û kanî, bi Amed û Silêmanî
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan!
Ez tevna mirovahiyê me reng bi reng
Berbanga dîrokê û binemala şaristaniyê me
kêlî bi kêlî bi benê civakîbûnê hatime honandin
û min gav bi gav şahidiya serdemên dijwar kiriye
Dayîka Kîbele, Nînhûrsag û Îştar im
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan!

Li Pîran, Dêrsim û Mahabadê bûm dilîstan
Ji xwînê gulîstana min hat avdan
Bûm Çarçira û Deriyê Çiyê û li Dêrsimê meydan
Sêdar hatin vedan û li “geliyan” bûm pakrewan
Ne Palû û Gênc, ne Helepçe û Barzan
min gelek tofan derbas kirin wekî wan
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan!
Ez nehatim windakirin û li ser kokê jîn dam
Careke din li jîngehê bûm hêvî û
tîrêj bi tîrêj belav bûm mîna rojê
Di havînek dijwar de bûm vejîn u hevî
bûm tilîlî û ceng û berxwedan
Ez paşve neçûm û li hember înkarê bûm gule,
û di germahiya tebaxê de bûm pêt û gurî
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan!
Min ji nû ve roj afirand li çar hêlan
û ji hembêza xwe derpêşkirin Egîd û Ferzan
Min ji holê rakirin têl û sînor, înkar û zor
Li jêr û li jor hemû co bûn yek Robar
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan!
Êdî li ser dilê min kulîlkên rengîn aj didin
û di keleqiçîna havînê de li rojavayê min roj hilat
Bûm tovê jiyanê û bûm bayê azadiyê
Pêl bi pêl belav dibim seranser
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan!

*14.07.2013 zindana Amedê
*Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 89, Weşanên Ar.
*Bi destûra helbestvanî ye.
Şîrove
Hîvda Ronî
02-11-2020, 22:30:31
Her bijî mamoste ????????????
Hozan
24-03-2021, 10:43:46
Her bijî, helbestek têr û tije û watedar e. ????????
Cotyar Koçer
08-05-2021, 11:55:28
Welatê me giyan û jiyan û êş jana me ye. ????❤️????
Rojhilat Bakurî
25-07-2021, 09:36:54
Malî ava, bi vê helbestê dîroka welat hatiye honandin

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?