A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bahadîn Robar - Ey Pîroza Min
977 Xwendin
113 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bahadîn Robar - Ey Pîroza Min

Di xewn û xeyalên xwe de
min çend dîwarên heftrêz û
çend deriyên pola ruxandin?
Ji bo bigihêjim te
min çend caran ev giyan
avêt ber guleyan û kir serad
Ey pîroza min!
Çend rondik ji van çavan
Çend dilop xwîdan ji vê eniyê
û çend dilop xwîn ji cerga xwe
min kirin taviya barana sibatê
û rijand ser singa te
Ey pîroza min!
Li ser zenda te çend kelepçeyên zilmê
ji dest û piyên te
min çend zincîrên zorê şehitandin?
Bibêje! Ji bo ez te bibînim
min ev reh û beden
çend caran ji bo te feda kir
Ey pîroza min!

Li asîmanê te yê şîn
min çend leşxur basko kirin
Çend caran ez ji kemîna Melkemot rizgar bûm
û min çend caran ruhstîn şaş hiştin
li pişt derî dergehan, bibêje
Ey pîroza min!
Ev dil çend şevan bi hesreta te
heta sibehan bênavber naliye
Tu xeml û xeyalên jiyana min î
Ji ber ku bêyî te jiyan dojeh e
Ey pîroza min!

*Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 15, Weşanên Ar.
*Bi destûra helbestvanî ye.