A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bahadîn Robar - Di Xewna Min De
2708 Xwendin
539 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bahadîn Robar - Di Xewna Min De

Min şevê din di xewna xwe de
li raserî çemê Dîcleyê kon vedabû,
û di xirbe yên Kela Finik de guşeguşa
herikîna te xeyal dikir.
Kelh xirbe û xeyal xirbetir bû.
Ez li “ ey av û av”ê digeriyam, bêdeng û pêjn
Têhniyê te bûm û pêl bi pêl min xem û xeyal dadiqurtandin.
“Awirên heybetpiling” di peyaleya dil de
bûbûn çemê evînê û dilkeser dimeyandin.
Şevê din di xewna min de Beko uryan bû,
û fêrmeskên gunehbarî û tobedariyê dibarand,
Û min ji destê Edûlê qehweya ceng û evînê dadiqurtandin.
Ferihaya Çerkez dildiza min bû
û di şûşe ya dil de Gola Wanê dikeland.
Şevê din min Leyla ji sêdarê xilas dikir,
Û hemû benên xenêqer û agirên bedensoj di
Xêbûr de berdida, û bi bayê evînê re digeriyam
Şevê din hemû evîn û evîndar li ber
kaniya Zemzem mêvanê xewna min bûn,
Lewre şevê din ava Zemzemê ji dilên evîndar diherikî
û kul xem li ber xwe dibir xewndara min..

*Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 11 Weşanên Ar.
*Bi destûra helbestvanî ye.
Şîrove
Gundî Bêwar
04-08-2020, 13:06:51
Vê helbestê xewn û xeyalên min zindî kirin
Sêvdîn Botî
08-08-2020, 11:41:13
Ti her bijî, hest û dil û destê te sax bin
Neslihan Arviş
04-09-2020, 06:25:13
Dest û dilê te sax be mamosteyê rêzdar
Zozan şêr
09-06-2021, 15:40:29
Min ev helbest bideng guhdarî kiribû û pir li min xweş hatibû

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?