A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bahadîn Robar - Çend Caran
757 Xwendin
55 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bahadîn Robar - Çend Caran

Min çend caran ev beden ji sotîneriya asîd û
kevnebîran, ji wêrankirina kelesiltan û telemîran vejand
bibêjin ey şahidino çend caran?
Min çend caran ev sing ji ber simên hespan
û çend caran ji tang û top û tîran rizgar kir?
Gelo hûn dizanin ev berxwedan û
îsyana min ya çendemîn e? Ku
li dijî kelepaşa û zirwezîran û
şaristaniyên navendî û artêşên dilêxsîran
Min çend Sargon û Dehaq û çend Nemrûd û
Îskender û çend şer û ceng dîtin?
Bila asîman û stêrkên xwe şahidiya min bikin
Min çend caran Helepçe û Dêrsim,
Zîlan û Pîran li ser vê xakê jiyan kir?
Bibêjin, çend gel heliyan û qeliyan ji vê jehrejiyanê?
Kanî Keldanî û Asûrî, Suryanî û Nestorî?
Lê ez li vir im, li ser koka Mîtanî û Hûrî
li ser rêça Gûtî, Med û Kelhûrî.
Ez kurd im li Mezopotamyaya Jorî
Agir im ji felsefeya Zerdeştê Kal û
berxwedan im ji îsyana Şêx Seîdê Kal
Bibêje ey dîroka zêrîn, ev çend car in
ez ji tofanan re malovaniyê dikim
û hê jî li vir im, û her carê jîn didim
û vejîn dibim li ser koka xwe?
Rast bibêje ey dîrokê ev çend car in?

*18.01.2012 zindna Amedê
*Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 51, Weşanên Ar.
*Bi destûra helbestvanî ye.