A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Azer Osî - Ez û Tu û Payîz
382 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Azer Osî - Ez û Tu û Payîz

Dîsa birîn!
Di canê min de,
li vê demsalê,
li ser vê xakê,
û li peravên te Deryayê!!
derdibûn.
û, ji te jî....(can )
gulleya demê,
bê vexwendin,
di sînga min de,
tûnd dihat.
û ji nû ve.....
vê payîzê,
kirasê xwe,
yê mîna rengê,
riwê te,
û barîna libên barana ewrên xwe,
li min dike.
û..... bi tenha dixwaze
min di xewna xwe de,
bêyî xewnên demsalên din!
di şewata bêdengiyê de,
min dûrî te
bêdeng bike.
.............
Min jî......
Ji boyî te
û soza xwe
ne tenê jê!
lê, ji hemû payîzan
hezdikir,
û.... jê re wekî Yar
her dixwest?
Di dawa wê de,
radizam.
û di wê dawê de!
dil û çav
enî û lêv,
ji jor....
li bendî.... dana te
diman.
..............
Niha dizanim?
min ji mêj
û berî zayîna te,
min tu,
tê de nasdikirî!
Bi wê nasînê,
û bêyî dilê yar
te ji xwe re
dil dibir.
Bayê wê,
bi bayê te!
li min dihat.
û li ser beyaran
keskegiha,
şîn dibû.
û ji şevên tarî
ew giha....
mîna çavyê ewrên te
û maçê li ser destên te,
vêdiket.
.............
Vê payîzê?
Min bi te!
dikir.....
deyndarê xwe.
Min dikuşt,
û te jî... nîv kuştî
dihişt.
û ji te re,
diyariyên........
ku min, bi ked û xwêdana xwe
û di tûrê xwe de,
kom dikirin....
bêyî min,
bi navê xwe
bi bayê dil re,
û di dawiya şeva
ku ji min re?
bêyî te!
ew jî....
wek dojeh dima,
tev dibirin
û rêdikirin.
.............
Vê payîzê?
dixwest.....min û te,
wekî xwe,
di xeman de,
pîr bike.
Dîsa.....
te ji min
distend,
û.... te
ji min,
zivêr dihişt.
Ta bi heyvanê,
ji te mayî!
li tenişta min....
û di kêlîkên westana min de,
didizî,
û pê..... Ezmanê xweyî nediyar,
ji wî heyvanî,
ji vê demê
û demên din re,
şîn dikir.
..............
Vê payîzê?
min ji guhên xwe
davêt.
Lê, ew jî....
mîna guharekî zîv,
tim, li guhên min
dida,
û ji wê lêdanê!
tim nalîna te
dihat.
.............
Vê payîzê?
min hînî, xemên xwe dikir.
Min jî, jê?
nema dilsojî dixwest,
wê jî,
carekê nedigot:
xemên te,
ji hemû xemên min
bêtir in.
.............
Vê payîzê?
tevî ku
min ji yekî.....dikir deh
û ji dehan.......dikirin sed
û ji sedî...........dikirin hezar,
lê her dem,
zora min dibir.
û .... şûrê wê!
di evîna min û te de
ko dibû,
û li newalan,
mîna pelikan,
jê diket.
..........
Vê payîzê?
wekî berê
Ji sozan!
bêsoz dima.
û ji me xeyidî....
Pişt dida.
û min û te
ji govendên
vî bajarî (Beyrût)
vê buhiştê
dûr dixist.
Dîsa...ji rêçên te,
bi tenha.....
yek rê,
dihişt,
û ew jî....
şanî min
nekir.

Beyrût, 20.10.2002