A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Azer Osî - Dilê Min
248 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Azer Osî - Dilê Min

çima To nahêle
Evîna te min şabike
Giyanê te min germ bike
Di kelim
Di nalim
Dilo bi kilo birîna te kûrre
Derdekî bê dermane
Gelo ezê ji kêre bêjim
Helwest û sirûda xwe
Wê kî guhdarîya min bike
Evîna min di nava rûpelê Dîrokê de
Bê hêvî kirin
Ma gelo Mirov bê evîn
Azadî dikare jiyan bike
Her ko kesekî Evîndar tê bîra min
Dilê min lê dide
çavên min rondikan di barîne
Bi tenha di mînim
Têbêrîn min dikşînin
Dergeh têne vekirin
Ta ji min dûr dikeve
saw
Erd û Ezman
xwe li min radipêçe