A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Azer Osî - Demsala Dil
110 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Azer Osî - Demsala Dil

Dema ku dil
te dibîne
li ku
û di kîjan demsalê de
ji bilî wî
kî dizane?
bê çi pêre çêdibe
û çi di dilê wî de
diqewime.
Ji bîr dike
ku… li kuye
xwesteka wî çiye
ne Erd wî hildigre
ne Ezman jî
wî hembêz dike
têde her tişt....
mest dibe
serxweş dikeve
ne tirs
dimîne
ne seqem
pê kare
dike.....
nake
nikare bi pîve
xemla wî
ya ku…
Roj
Ezman
Derya û sitêr.......
ji ber
mat mane
û mat dimînin.
Dîtina te!
jêre çêdike
sîwanekê ji ezmanê şîn
ku pê...
semfoniya dil
bi xwe digere
ji awazên kewa
bi ritim dibe.
Bi dîtina te
fêrî dibistana evîndariyê
dibe.
Li gefên felekê
hildibe
ocaxa arê wî,
û lê giyan
rewan digere
jê diyar dibe
fenera xewna wî
Êdî!
ma wê bibne çi
peyv..
rûbarî rêdana bejna te
sirûd.........
pêşberî seker barîna lêvên te
helbest......
li hemberî xezala dilê te.
Wê çawa
dilê xwe
ji tere veke
evîna xwe radestî te bike.
Dibe ku...
ne li vî diyarî
ne li vî zemanî
raza dil
kula wî
evîna wî
ji te ve..... bête
naskirin
tê di wêde bighê
wê demê
tê...... bi xwe
li xwe vegere
û ji xwe bipirse
dîsa tê bi zanibe
bê çend bêbext
li rêveqetînên te
bendewar mane
çend zerî
bi hêviya
wê hatina te
di gerîneka tede
noq bûne,
û bi jana zirav
ketine,
çend lêvan qeşmûşk girtine
û bê par mane......
ji xunava lêvên te
û kenê çavên te.
Dibe ku.....
guneh
ne yê te be
yên destûr û zagonên
kesêd
pûç
beloq
û bê wate be.
Tû kes....... nikare
wêran bike hêlîna dil
hilweşîne dara wî
ji pêvî te
tenê
xeyda te
ne guhdarkirina te
yan dûrbûn... ji te
têde hêz winda dibe
namîne
û di nava sewd
û deriya çavên tede
mîna mûmekî çeleng bê deng
bê ziyan
hûrik….. hûrik
vedimre
û ji jiyanê
xatirê dawî
dixwaze.

23.10.2001
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?