A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Aydin Orak - Zarok
427 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Aydin Orak - Zarok

Min zarokek dît
Li zagrosan li dîroka xwe digeriya bêrawest.
Min zarokek dît
Li birayê xwe yê pişta xetê dinêrî bi hesret.

Min zarokek dît
Qîr qîr qêriya lê dengê wî nedihate guhê min.
Min zarokek dît
Ji bo zarokatiya xwe ya ku qet ne jiyaye digirî.

Min zarokek dît
Li ser lîstikên xwe yên ku qet bi wan ne lîstibû digirî.
Min zarokek dît
Qet ne dikenî ji ber ku ji bîr kiribû ken.
Min zarokek dît
Êdî hêstir ne dibariyan ji çavên wî
Di şûna hêstiran de xwîn dihat ji çavên wî.

Min zarokek dît
Xwediyê pirsgirêkên balkêş bû
Weke çarenûsa min.

Min zarokek dît
Digirî, lê hêstir ji çavên min dibarîn.
Min zarokek dît
Li ser berfê ling tazî bû, lê min sar bû.
Min zarokek dît

Di sînorê dilê min de pêl mayinan dikir, ez perçe dibûm.
Min zarokek dît
Agir bi bedena xwe ve dikir, lê ez dişewitîm bi qîjeqîj.

Min zarokek dît
Jiyana wî jiyana min bû
Ji ber ku min xwe di çavên wî zarokî de didît
Ew çav jî… çavên min bûn.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê