A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Aydin Orak - Lêgerîna Bêbersiv
149 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Aydin Orak - Lêgerîna Bêbersiv

Lêgerîn bê bersiv ma di dîtina te de
Wek derewên bê sînor.
çalakiya mezin di gewriya te de aramiye ji min re.
Evîna rojhilatiye li girekî dûr
Goristana min a wenda.

Di bejayiya jiyanê de masî me
Berî nivîsara dîrokê.
Dilopek hêstirê şewitî lehiya herî mezin e
Ji bo dilê arpêketî.

Rojnivîska min a bi hezaran rûpel
Jiyana min a vala ye.
Pênûsan bidin ku wêneyê tenêtiyê çêbikim
Bi rupelên spî.
Ji mijankan çêdikim qesrên nêrînan
Ji birhan çêdikim kelehên dîtinan
Ji çavan çêdikim bajarên zarokên bêkes.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê