A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Axîn Welat - Şevek Ji Heft Şevên Çîrokekê
242 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Axîn Welat - Şevek Ji Heft Şevên Çîrokekê

(Diyarî ji bo helbestvan Kemal Necîm)

"Heft şevên çîrokekê,
heft çîrokên şevekê, cejn, Kezîzer,
tu jî mîna minê, ezê bêm…"
û gelek êşên din
Beyrûtê vedigerînin
Destana egîdekî
Destana evînekê
Destana welatekî bi xwîn..
Tu ji bîranînê kevir û zinarên çiya
Di bêxewiya derya de vedizlîne…
Hevalên rê û yek birînê
Hevalên xewn û yek evînê
Hevalên deng û yek qêrînê …
Vaye welatê me
bi hêrs li deriyê Xwedê dixe
bi hêrs bandike û dengvegera xwe
bi rê dike û…û..
ne heft çîrokên şeva te
bi dawî dibin
ne heft şevên çîroka te
bi cejnekê dest pê dikin
Efrîn, Eyndîwer
Gelek gundên bênav
Gelek Kezîzerên bendewar
Gelek dilzar
Gelek pêl
û gelek yar
Di heft şevên çîrokê de
Bendewarê te bûn…
û ji ber ko ez zanim
Di kîjan bîstikên şevê de
Tu digrî
Dibêjim: şev xweş heval
Gelek xewn û şoreşên beravêtî
Gelek nimêj
Helepçe û xormal
Gelek lavêj
Leyla, Rehşan û Zîlan
Gelek Newroz û girî, sema û dîlan
Di heft şevên çîroka te de
Têra xilmaşiyekê
Têra hêstirekê
Di şahiyên te yên hinda de
Dikenin, ya jî bi Kezîzerê re digrîn…
û ji ber ko ez zanim
Di kîjan bîstikên rojê de
Tu dikene
Dibêjim: roj baş heval
Vane heft şevên min
Di vê şînbûna bêdawî de
Pêrgî heft çîrokên te hatine
û min soz dabû
Razên derya û ezmên
Di birîna bêdengiya te de
Ji dilê xwe danaweşînim
Heft çîrokên şeva te
di bîstikekê ji bîstikên şevê de
birêsim ..
û heft şevên te ne bîstikekin
ji êşa Kezîzerê
dema bêdengiya birînê
ji çavên te diherike..
û ji ber ko ez zanim
di kîjan cejnên bîrinê de
tê bê ..
dibêjim:tu bi xêr hat,
hevalê delal.