A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Axîn Welat - Pêlek Ji Deryayê Biranîna
218 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Axîn Welat - Pêlek Ji Deryayê Biranîna

Temenê min
birînek bû
bi dîtina te re
bûn sed û sed...
sedsalek bû
hevdîtina min û te
yan tenê
tavek baran
û stiranek
pêleka dîîîîn
ji deryayê bîranîna
yan tenê
hêstirek bû
ji çavê min
hate xwar..
û min nizanî
di kîjan demê da bû
dilê min î reben
dema awazên te
û gelek pelên payîzê
bi ser de
dihatin xwar...
temenê min
bîranînek bû
bi dîtina te re
di peravên min î
zuha de
bû keştiyeka
bê keştîvan..
seyranek bû
hevdîtina me
wêneyek bû
ji wêneyên suryaliya
bîstikeka bi qasî
ramûsaneka bi dizî
bi qasî xemgîniya
her du çava...
û min dil dabû
şopa birîna te...
li min biborîne
belkî min nizanî bû
çima û çiqas mabûm
li benda te
li min biborîne
van gunehên
eger tu nav lêbikê
guneh..
li min biborîne
belkî min nizanî
ku ne birîn
ne bîranîn
ne hemû gotinîn
derya û deryavana
wê têra bêdengiya
êşa te bikin
li min biborîne
ez nizanim
wê di kîjan pêlê
yan di kîjan
gulê da be vegera te
û dipirsim:
gelo demsalên
dilê min
wê têra stiranên te
hebin wê demê