A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Axîn Welat - Dizê Xewna
310 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Axîn Welat - Dizê Xewna

Ew dengê teyî
Bi hêstira xa dişuşt
Cend cara
Ez vedigerandim
Gulekê
Sibakê…
U berkenî dibû
Bi hemû rengêd min girane
Cend cara min vedigerîne
Stêrkekê
Agirekî…
Ji dûr va dihat
U mirina min
Nediwestiya
Bêkesim…
Di govdê xa da
Tu li min digerî
Di gotina da
Ne min tu dît ne te
U li ber gotinêd şevê
Em şil dibin ..
Destê te dilerizin
Ne hêstirêd min dimalin
Ne min ji xa vedigerînin
Ev dengê teyî
Di êşa min da xa dişo
Cend cara
Di peravêd çavêd te da
Bi pêlllla ra ez dişandim
U di helbestêd min da
Deng vedide
Ciqas şile ev siba
Min vedigerîne pelekî
Ji payîzê
U di bîranînêd min da
Ev roj dibin toz
Kê go mirin diweste
U di her demekê da ne veşartiye ?
Ciqas deriyêd bajara hene
Di bêdengiya min da dişkîne …
Jêra nexeme
Razîme lê nerazîme
Guh nade hêle hêla
Ro li nîvro
Diziyê ji xewnêd me dike
û tim wisa dil bi kîne