A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Axîn Welat - Destine Zêrî, Destine Zîvî "Destên Şîn û Şahiyê"
259 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Axîn Welat - Destine Zêrî, Destine Zîvî "Destên Şîn û Şahiyê"

destekî zîvî
destekî zêrî
kîjan di tevdana êşên te de
min hînî firandina
xeman dike?

* * *

destek ji roniyê
yek ji bê
kîjan di hemêzkirina te de
min hînî ramûsanan dike?

* * *

destek ji şînê
yek ji şahiyê
kîjan di berhevkirina hêstirên te de
min hînî şênahiya mirinê dike?

* * *

destên te dilerizin
tiliyê min di şehkirina
porê te de serxweş in...
min hînî heskirinê dikin
kîjan ji êşa te re divê?
destê minî lerzok?
lê destekî zîvî,
yan zêrî?

* * *

di belavkirina tîpên te de
kîjan ji dilê te re divê?
destê min î dilerize
bi tiliyên diricifin?
lê destê dûriyê,
yan destekî zîvî?
lê yekî zêrî?

* * *

destê min î di destê te de
her şev
rûyê te yê ji roniyê
bi ser min de diwerivîne
bîranînên şîn
bi ser me de diherifin
ez û te
du dildar in

* * *

destê te yî di destê min de
henasên min vêdixe
tiliyên te di nav porê min î serxoş de
min hînî heskirina te dikin
du kewên evîndar in
ez û te

* * *

destek ji axê
yek ji avê
kîjan di payîbûna şevan de
min hînî girî dike?
hînî kenê te yî zarokî..
û xwendina çihêrên te?..

* * *

destek ji nêrgizên rûyê te
yek ji binefşên çavê min
kîjan min hînî
aramê dike?

* * *

kesk dibûn tiliyên min
hevde bi hevde
rihên te şeh dikirin

* * *

lêvên te di canê min de
pêlan didin xwe
û di rûpelên şeva xeribiyê de
lêvên min
bi nermî gewdê te dipîvin...
ez û te
du mêvanê,
wan şeva bûn.