A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Axîn Welat - Barkirin
713 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Axîn Welat - Barkirin

hersê hevalê minî
di wa şeva berfê da
barkirinî
distiran
ji min bi dûr diketin
distiran
ji gund derketin
hêdî hêdî hindabûn
û hemû stiran bi xa ra birin .
wê hîngê
gava ew hinda bûnî
ez nû vegerîbûm
belkî ji xewnekê
ji mirineka xaş
di wan nirînêd teyî tûj da
ji evînekê
di bêdengiya teyî kûr da
ez nû ji xa vegerîbûm
û hayê te ji min tunebû
ji zarokeka hemû lîstikêd xa
şewitandinî ,
ji guleka hemû pelêd xa
weşandinî..
belkî ji jineka
hemû xewnêd xa jibîrkirinî..
ji dûr va hatî
hemû şahiyêd xa
li dû xa hêştinî
û hayê te ji min tunebû
gava
dilê minî biçûk
hêdî hêdî
ji sîngê min birêketî..
hemû xewn bi xa ra birinî
û bi dû te ketî
ez nû birêketibûm
gava hersê hevalê minî
di wê şevê da barkirinî
vedigerîn ..
ez nû birêketibûm
gava
tu
stiran
hemû xewn..
vedigerîn .
hayê we ji min tunebû
hêdî hêdî ..hindabûm
û hemû jan
bi min ra hevalê rê bûn