A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Axîn Mîrxan - Hewl Didim Wek Te Bifirim
124 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Axîn Mîrxan - Hewl Didim Wek Te Bifirim

(Xweska min derya bidîta berî ku
hinka ew ji xwe re birevanda…..
şîndar yûsif
….ji bo te)

Rojekê zê xwe fêrî tund û tijiya te bikim
da tu ne bêje ez bi tenha xwe bi êşan
vedgevizim
ezê rojekê bi te re bifirim bi qasî asîmanê te
qena tu bizanibe asîmanê min û te
ne cudane
Nivîsên te hewqasî korin
rastiya te
nabînin
ezanim wê carekê xwe bi qurbana te
bikin
Wê gotinên te li paş xwe kin
û
birevînin,
ber bi ku ve
nizanim.
Pênûsa te
dirûtiyê bi te re dikşîne
kolan bi kolan te digerîne
hîn serê beyaniyê
xewn te direvînin lo..
a min ji xewnan re.

Ger xewnên te qîzek bana
tenê ji zû de ew ji qîzaniyê bixistana,
tayên porê te beradayîne
(avê li riwên wan nek
wê xwe biweşînin
wê te tazî bihêlin)
di her tayekî porê te de
sed galgal û çîrok hene
hewqasî riwên wan
talin.
berçavka te ji çavên te
diqeherin
wê rojekê birizin
rasitiya çavên teyî
beloq derxînin
ew çavên ji dîtinê
û nedîtinê
werimîne.
Hey werimiyo
ger tu rê bide tiliyên xwe
wê deriyên te li deryan bigerînin
((tiliyên min wê bibin bela serê min))
timî tu wiha dibêjî
hewqasî tu dikulibî
hey kulibiyo
hîn tu tî yê goristanaye lo
wê di rojek nêzîk de
destên xwe bavêjin te
û ber bi xwe ve bikşînin
û ji nişkêve te di nav xwe de veşêrin
wê gavê
tenê dizanim
axa tu jê çêbûyî
axeke dine
bêhneke dine
rengekî dine
tu bi xwe kesekî dî yî.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê