A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Attîla Îlhan - Aysel Te Xêr e
709 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Attîla Îlhan - Aysel Te Xêr e

aysel ji dora serê min here ez ne ew im
ji nişka ve ez ê bicehimim vê yekê hîs dikim
him xerab im him reş û tarî û him jî çîrkîn
aysel de bes e here lê ez naxwazim êdî

nikarî li ber barana min şil bî tu ê bicemidî
şevên mi dikarin kejahiya te serobino bikin
ku tu xewnên min bibînî tu ê biricifî delalê
tu nikarî kêliyekî jî ji jîna min kirê bikî
aysel de ji min biqere ez ne ew im lê
ji bo min ronahiya xwe tarî meke
him xerab im him reş û tarî û him jî çîrkîn

ku tu bi fikîna min bifîkî wê xwedê bide te
çavêm dikarin tenêtiya te bidin çar gava
trênên mi wê te bibin cihên xir û xalî
tu ê ya bikevî nav xwesteka mirinê
ya jî tu ê pîneyên tirsê li xwe zêde bikî
û êşên min zêdê serê bavê te ne
kêfa min qet li kêfa te nekeve
aysel de rabe wext dereng e êvare êdî
ku ew jî ne bû bêhêvî me wê bizane
him xerab im him reş û tarî û him jî çîrkîn

wexta şahiya min dîlana xemginiya te ye
û jixwe te qet guh nedaye pistepista payizê
keştiyek jî qet ji te negihîştiye
wî warê dûrê tênêtiyê ku ez lê me
ez rêwiyê jirêderketî... û erda xwedê fireh e
ku guhekî mezin e tê de dike zingezing
qederê mohra xwe li bextreşiya min daye
bila qet tiştekî din neyê hişê te eman ha
aysel bi xwedê kî biteqize here ez ne ew im
ji nişka ve ez ê bicehimim vê yekê hîs dikim
him xerab im him reş û tarî û him jî çîrkîn
aysel xwedê bela te bide ji te hez dikim

Wergêr: Ceso
Helbestên din ên Helbestvanî/ê