A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arşevê Oskan - Tîrek Dijwar
182 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arşevê Oskan - Tîrek Dijwar

Avdar dîsa gul hişkir
Dîsa cîhan di çav reşkir
Dilê koledaran xweş kir
çima avdar tu dil har e

Gul û bilbil diponijin
Dost û heval diqijqijin
Rondik ji çavan dirijin
Buhar bêyî Tîrêj sar e

Bibêje Tîrêj bibêje
Dilê dayikan bibrêj e
Dem û dewran li te gêj e
Tu dermanê jara mar e

Tu hem çav û hem ziman î
Bo derdê mezin derman î
Tu şagirtê seyda Xanî
Koça te xiste dil ar e

Tu dilgîrê av û ax e
Were wan rûpelan raxe
Dizanim di dil de dax e
şewata ar dilkir war e

Zimanê kesê bindset e
Bilbilê diljar û mest e
Herdem bi hêvî û mebest e
Li ser milan giranbar e

Piştî te kî bidî pesnan
Bipîve bejna Kurdsitan
Rêzbike gotin û hestan
Ji janê tu bi hewar e

Emê buharekê çêkin
Navê seyda li bejnê kin
Bilbilan tê de bi rêkin
Ev bo me hemya biryar e

şaristaniya me pîvand
Derd û xemê me lê civand
Tovên jîndariyê te çand
Li pêla demê siwar e

Karwanê derd û êşana
Bilbilê sîka zozana
Bavê cûdî û Sîpana
Zimanê qata hejar e

Me êşên xwe bi te naskir
Serî li ber kêlê xwar kir
Te nifşên ciwan hişyar kir
Ji bo te ew dost û yar e

Bila buhişt serfiraz be
Li asoyê wê tu baz be
Li wir jî tu bi daxwaz be
Welat ji bîra te nar e

Xort û keç tev dilbirînin
Wê berhemên te bixwînin
Hestan li te dicivînin
Navê te bo wan xweş kar e

Sipas ji bo dayika Kurd
Ku yên wek te çêkirine merd
Bi me naskir kovan û derd
şopa te bo me her çar e

Tenahî li ser giran e
Hestê wî dikî talan e
Tenik giyan û rewan e
Tenê gazin ji Avdar e

1-5-2002
Helbestên din ên Helbestvanî/ê