A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arşevê Oskan - Berbang Qedexe Ye
278 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arşevê Oskan - Berbang Qedexe Ye

*
çavên min
şiyarin li hember, asîmanekî raxistî
Bêqonaxiya sitêran û
Pîvana bêçariyê himêz dike
Dem derbas dibe
Bi giranî pêlên xeman
Di ser hev re dibûrin
û berbang dereng ma.
Hêsir di çavan de sarbûn
Pênûs di nav tiliyan de lalbûn
Raman li hev çelqiyan
Ta ku li her ronahiyê berbang
Derd û êşên xwe şîrove bike
Lê berbang dereng ma.
Ez û dosta xwe
Li hev digeriyan di tariyê de
Di şevên bê ronahî de
Me hev winda kir
Di hêlana evîneke dijwar de
Bi hêsanî em gêjbûn
û berbang dereng ma.
Sitêr mîna leşkerên hejar
Di bêdengiya şevê de
Bê dahol û vedeng
Li bendî serleşkerekî mezinin
û wisa bê rol mane
Heyv xwe li badike bi payedarî
Carê pesnê bedewiya xwe dide
û dilê min nabije
Ronahiyeke parsek
Ez jî mîna te li bendî berbangê me
Lê berbang dereng ma.
Gazinên min
Li ser zimanekî dirêj
Tên birrîn û bê ser û ber dibin
Her tişt bê berbange, qedexeye
Gazin, hêvî, azadî, evîn û helbest. .!
Lê berbang dereng ma.

08.02.1999

*
Mîna bîranîneke bi şewat
Ez navê te di ramanan de dihûnim
Roja hevdînê,
Roja nêçîrê,
Ji bo awirên te dibim armanc
Tevî ku
Tîra te jiyana min bêçar dike
Lê, ji bo rojeke dî dihûnim
Li pişta lêvên te û
Li ber awazên kenê te
Sîstema jiyanê dirêsim.

Mîna bîranîneke bi şewat
çîroka te di keserekê de şîrove dikim
Lê ku dest pêkir, zayîn pêktê
Bi çend guleyan, hate kuştin
Hate sotin di agirê dilê xwe de
Hate veşartin
Bi dawîbû, mîna bîranînekê.

*
Eger min gazinên te
Bi baweriyên xwe ve
Girê nedana
Wê çima hespê min
Ji bo çend dilopên xwînê,
Li pişta çiyakî sergever
Siwar bihata …?!

Ma qey
Te nizanî ku ez bûm
Siwarê hespê boz ?!
Min dest
Bi cirîda demê kir
Di nav pêlên leylaneke
Mişext de.

Bê pêl avjen dibûm
û bi şîrrîneke dîrokî
Dest pê bû
Bi du lingan
Hesp ber bi aso ve
Hilkişiya.
*
çi guneh bû
Ku min omîdên xwe
Bi hêviyên te re
Girêdan
De bila
Pêl li hev biçelqin
û wêneyeke nû
Di evîndariyê de
Bi elend be.

Her zimanek
rêzimanek heye
Evîndar tev yek ziman in …!
Her karwanek
Warek heye
Karwanê rêça azadiyê yek war e …!
Her yarek
Dildarek heye
Mirov tev de yar in …!.
çi raxistin
Di şanoya dilê min de
Pêk tê …!!
Tu
Qehremana çîrokê yî.

Ez Mem bim
Tu Zîn bî
Em ê beşek ji dîrokê bin
û
Mêrxasê çîrokê bin
Wekî bîhokan.

Nigarê sînga te
Rengîn e
şoreşeke bê sînor e
Leşkerên wê
Nêçîrvan in Amede ne
û
şopvanin Serhedîn in.

*
Seba çi ye ?
Bi berbangê re
Dil tijî xem e
Bi rojavayê re
Dil bi şewte
Dil tijî kul û kovan e.

Mejî tijî niyaz û raman e
Geh cengekê li dar dixin
û geh
Ramîsanan li rûkê hev diçînîn
û govenda xwe dixemilînîn.

Seba çi ye ?
Geh kavil xaniyên xwe
Dimêjin
û mejî ramanên xwe
Davêjin
û radiwestin …..
Nav li ser zimanan
Nayêne kolan
û belav nabin
Kolan bi kolan
Ta ku li asoyêd xemgîn
Bibin mêvan
û li derd û xemên xwe
Biçêrin û biçêrin.

Gelo rast e ?
Mem ê, di gorê de,
Bi Zînê şa be
û her du giyan
Li esîmanan berba bibin ?!.
Yek caran. ..
Mirov piştî mirina xwe
Xunc dide.

Seba çi ye ?
Her sitêr,
Ji banî, tête xwar
Sitêra Mem û Zînê
Nayê xwar,
Ji dilê Xanî.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê