A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arşek Baravî - Sersala Xiloxavî
194 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arşek Baravî - Sersala Xiloxavî

Bêhnik… hûrdem dîsa buhurtin
Katjimêran roj ava kirin..
Ji çend hefteyan…
meh (hîv) peyda bûn..
û mîna goriyan
hatine pêşewaziya te..
Tu guneh ne mane..
ku xwe ne pêçane..
li regezên xwe..
Mîna rozgarên bûrî..
bêhêviyan gov kirine..
omîdewerên me..
Ên ku haydar bûn.. bê mizgînî..
Tew bêhestan..ne pelandin tu mize.
Wey li mino ezo….
Nijdevanan...
Talankeran...
şêwazên hempaziyan
kirine hevkêşe..
Werez…ne karê bilîmetaye..
Lê -gelo-hîbûdî jî ne hicrane?..
Girkirina girêcanan nabe wêje?..
Lêkerên bi pîvan..
li şaneşînên lêvan de hêwirîne..
naşî û hov jî bi qapanin..
pêkanîna xweziyan dilaperînin..jan û êşe..
Naxwe helab jî ne hîve??
Sawir jî ne hizrin…?
Tenê pirsgirêk rêbaziye..?!
çima kirî ev wêje?!!
Siyana bi rûmet..dozdara civanên evraye
Jiyana bê hêvî ji bextireşiyê re yasaye
Sar û germî..
ji delîveyên nofa heyinê..
Seqaye..keşe...
-kaku-gelo-eger-çawa
-erêna-çima-ma-ka...
û her weha…
Teqnek pirsin..
bê bersivin..
Hedan nema..aram gêje..

Jiyana reh û damaran zelûl bûye...
Mebest..berjewendiye
Qebqeba Kewê gozele
Niyazî.. peydakirina zanyariyeke
bi melevaniye…
çi zîrek bûn
Ji zav û toreyên..hêsane….
û rizyayî..
Ji kat û kok û regez
û resenên civakî
Hatin hebûna jîneke
Kevnetorî…
Ka ew ziyanên rawanbêj..?
Kanîn ew şepolên hunerî..?
Li ber siya çena dirêj..
Li ser gerdena qirikê...
Vegirtî bûn û rave dabûn….
û çi riwê vê yasayê….
di cîhan de..çewt û xwareeee….
Hêjaye gazincekê….
Hin rastiyê dikirin û hin jî difiroşin
Li meyxana rastiyê em tenê meynenoşin
Peza lawazî şexel bê fedî em didoşin
Karê me ê rojane gotinên qereqoşin
Hezkirin ji bîr bûye em li kînê bi coşin
Tevde ji hev dilreşin lê li rû zimanxoşin
Ne rojek..
û ne rûkî jiyanê tenha..
têra temen nakin…!!
Birînên xakê kul bûne…
lê hilperikîne…!
Bêyî şwînî..û bê şahî..
dikene û..digirî…
Tiştek di nava min de dikale
Di bîranînên min de…dinale
Di ronkaya her daxwaziyên min de..
digere…
Di çavên min de.. kaniyan vedike
Di dilê min de.. diqîre.. belav dibe…
eşkere dibe..
Jiyana reh û damarên min…bêyî ronahiye..
Ez risıikeke bi kelem..dibînim..
Her li dora serê min tê hev.. û
roj bi roj teng dibe..
Di nava min de..vingîna mozaye..
Gelo ma ez gawirim ketime êgir?
Ez pirr li hêviya hilatina rojême
çiqas ber bi şewqê de diherim..
Ji bilî reşayê..
an jî sorbûneke tarî pêve nabînim
Kanî ew buhişta ku her velorînkên dîrokê..
pîtepêdanên piştevaniyê boyî evraya bala
çê û çak dikin..?
Ew bilbil…ew hingiv..ew ew ew..
ka ew cejn û seyrana ku hozanên evîndar…li ser dibêjin?
Hey wax..zemano..
Ne dev tavêjim te..
tu agirê..kînê..gûr dikî...
tevliheviyê..gelaciyê..
û çi nerînên şaş..dipexşirînî
û belav dikî!!
Serên bilind..dadiwertên ser çongên te..
te tu xwezî pêk nanîne..
pevçûn..birakujî..berberî..poşmanî..
awazên tene..
Neçêne…
ên ku..evîndarên tene..!!
Perdeyên jiyanê..hildin
Avê biherikînin li kaniyan
Li deşt û newel û geliyan
çi poşmaniye..?
çiqas kesên perîşan..û hejar..li deşt û bejan
Windane..ji birçîna….
Gelo em di dema berovajî dene?
Dema serokaş..paşûpêl.. û rolinîro jî?
Ma ne şerme..ne gunehe..
Bira dixwe goştê bira..
An jî mirov û hogiran?
Em tevde ji hebûnê re..kujtîne…
Ji koletiyê re bûne gorî..
Wax…wax…wax…
Ez bi girî azirîme..
Girrê min.. li min hilperikî..
û sosretên mezin..li ser serê min
Di hev ariyan..
Min veşêrin ji çavên birçiyan
Min veşêrin ji setema çiyan
Min veşêrin di himbêzên xwe de
Min veşêrin ji havîn û germê
Min veşêrin ji çille û sermê
Min veşêrin di paxilên xwe de
Min veşêrin ji dîtina jaran
Min veşêrin ji şaşan ji xwaran
Min veşêrin di reşçavên xwe de
Min veşêrin ji gurên dev bi xwîn
Min veşêrin ji kesên derewîn
Min veşêrin di hinavên xwe de
Min veşêrin ji silava pîsan
Min veşêrin bo nebînim dîsan
Min veşêrin di ramanên xwe de
Helbestên din ên Helbestvanî/ê