A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arşek Baravî - Qelenê Federaliyê
147 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arşek Baravî - Qelenê Federaliyê

Diwazdê avdarê
Sura bayê setemê
Dîsa rabû
Bi kuştina zarokên..........
Bê guneh,
Dest pê bû
Lê li rêjîmê
Vegeriya,
Bû babîsokek
Hêrs.... û huner....
Dinavre... difiriya
Dengê belengazan
şiyarkirin
Bi qêrîn û...
Bi mêranî...
Tev çol
û...tev...çiya
Hêzên çekdarî...
Weşên paşverû...
Li rû çerxa demê
Li hemberî.... kevir... û... kuçan
Ranewestiyan
Awazên serhildanê...
Ji qamişlo.....
Gihîştin
Efrînê... zorava...
û vegeriyan... kûbanê
Agirê tîndayî..
Hate dadan
Li amûdê... reşmizgînê
Da berxwedan
Tirbesipiyê... dêrikê
Bajar û gundan.
Hawar û...
Qêrînên
Serê kaniyê...
Bersîvên... derbêsiyê
Talanên eynsiça
Pirsên... til temir
û ya herî giran
Bêsûckirina
Serdar û... leşkerên dujmin
Yên dest bi xwîn
Bûn sedema ku....
Li her çol û bejan
Bû... halan û...talan
Li zikak...û
Kolan... û duryanên welat,
Toş rabû....
Paşveruwên ereb
Yên bê celeb...
Wêran kirin,
Komarên bi rûmet
Berbat kirin...
Kovarên bîr û ramana
Yên ku ji kîneke
Kevnar...
Kela... dilên kurdane..
Pir şerme ku navekî...
Keç...û nepak
Di nav me de
Bê hildan...
Ew girawa
Setema gemarin,...
Destên wan
Yên bi xwîn...
Ji ber ayên bêsûca
Tora...
Bi serê wan de tîn...
Ya we çiye ?
şofîniyên dil bikîn?
Piştî çend roj
Derbas bûn
Endamên...komîta
Zordara
Li hev civîn
Xelekên tirsê...
şikestin
Tirsên setemê...
Pîkoliyê çûn
Dîsa...bi hezaran
Kurd
Avêtin binê...zindana
Nepirsîn... kî sûcdare...?
Lê kurd rabûn...
Li cîhanan
Ew gelê ku naraweste
Maf xwaze... û... naweste
Av herrikî bin cilê
Yeka.. yeka...
Hin berdan
Piştî îskence... û lêdanê
Tore anîn serê wan
û hinjî ji wan...
Kuştin.
Lê yên din jî
Bûn... ber ferman
Dadgeh westandin
Bi bersîva,....
Xelekên tirsê şikandin
Mîna şêra şikandin
Bûn sernûçên saloxî...
çi mizgîn bû
Tev berdan
çavên we ronîbin
Hejarên cîhan
Millet.. bi şahî
û baweriyeke xurt
çûn pêşiya wan
Welat,...
Biryara fîxanê
û dîlanê da... çol
û çiyan û
Berwaran
Gel himbêz kirin
Zarwên xwe
Lê... jibîr nekirin
Kulên xwe
Vîlikên gemarî
Ji xwîn mija
Derhatin.... bi neyarî
Başûrê biçûk
Dişewite... dibe tiraf
Bi vî arî...
Ev qelenê fedraliyê ye
Erê zore
Lê pak û çê ye
Ma gelo...
Ev xwestek....ya kê ye
û ne ya kê ye.....?.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê