A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arşek Baravî - Azadî
603 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arşek Baravî - Azadî

Li ser çiyan û newalan
Li ser gorrên bav û kalan
Li ser golan li ser çalan
Emê deynin navê te wa azadî

Li ser rojê li ser şevê
Li ser rokê li ser heyvê
Li ser çinar li ser sêvê
Emê deynin navê te wa azadî

Bi ramana gelê bin dest
Bi gumana kesê zanest
Li rû neyar kevneperest
Emê deynin navê te wa azadî

Zivistana sar û serman
Buhar hênik havîn german
Bi xwîn li ser laş û terman
Emê deynin nave tê wa azadî