A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arjen Arî - Tu Bihata
1130 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arjen Arî - Tu Bihata

Himbêzek ramûsan man li keviya çêm
Te gotibû îşev ez têm,
îşev, beriya hîv dagere kevan...
Ma gund raneza, ma sa ranezan
Xayînê, tê bihata...
Dilê min sed carî di sînor werbû!

Tu bihata, kaniyek din li Xanikan zêde d`bû
Tu bihata, Nêrgizlokê j`êvar de rêber bû
Tu bihata, xewlecî bû binê pirê;
Kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê
Xayînê, tu bihata
Ev dil li dû te Binxet nedibû! .
Helbestên din ên Helbestvanî/ê