A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arjen Arî - Mirin
568 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arjen Arî - Mirin

``mirr e mirin
kirr e mirin
pirr e mirin
mirin mirin
çirre mirin?
dizanim ku j` zayînê ve
surr e, surredar e mirin!
dimirîne, ew nemir e
de were tu jî bimire
serê xwe deyne w bitemire
bi min re ku ez mirim mirin
bi min re bimir, mirin, bi min re
bi min re mirin ji te re jî xweştir e!"

7 îlon 2012
Helbestên din ên Helbestvanî/ê