A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arjen Arî - Mirî Mirî
387 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arjen Arî - Mirî Mirî

Min hij te kir
Pirr pirr pirr
Dibû pirpira çivîkan li ber qefesê
û te, li ber firê çavên xwe kil dikir.
Reş bûn ji xwe
Zivr zivr, kevanî
Reştir dibûn bi kilê siphanî
Her çiya bi evînekê bi nav dibû
û te di çavên xwe de azadî xwedî dikir.
Min hij te kir
Li dû her koçberiyê pirrtir
û gelektir ji xwe, ji gelekî gelektir
Her ku mirina kevokan dihat tu jî dimir
Baz xayîn diketin Sarya min
Min hij mirina te kir!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê