A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arjen Arî - Koçerê
337 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arjen Arî - Koçerê

Çengek din min vexwara...
dildarê kaniyê wê me,
der dibin ji tehta,
spî,
zelal,
qir - qeşa,
qir - qeşa ye ava kaniyên welatê min...

Ku asik diçêrin, kerî...
ref ref kew têne ser wan
û şivan li bilûrê dixe
bêrîvanî têhn, kerengvanî westiyayî
xwe berdidin dora wan...

te, pûng diye.
nedîbe, te bihîstiye...
ya, navê kevzê
keçikekê çizmak daye hev
yeka din ji tolikê tê
xortekî pişt daye tehtê
evîndar,
qîr dike, "koçerêêê!"

koçerê,
bi te re koçer bûma!
bi te re têr bûma, birçî bûma
girtî bûma, kuştî bûma...
li van axan, koçerê lêêê
bela ne penaber bûma!..
Helbestên din ên Helbestvanî/ê