A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arjen Arî - Hez
2046 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arjen Arî - Hez

Li hezê digerim bi dilekî mişt hez
Nebînim, bi ser ve nebim jî ez
Ez ê ji dû venegerim…
Li hezê digerim, hezeke wusa:
Safî, sebîl… ne miqabili tiştekî…
û henûn henûn, mîna ya mindalekî:
Dibînim heza berxikê l’ dû makê …
Dinêrim li çivîkê hêlîn li ber helakê!
Ez ê bi ser ve bim, nizanim…
Ya ku zanim; hez nebe, heyat gwîzeke pûç e.
Hez nebe; jiyan goka li ber devê qalûç e:
Eware eware, derbeder
Li ser kevirekî xwelîser, ji qalûç re qûç e!
Li hezê digerim
Di dilê welatekî de li vî diyarî
Min ji welatekî hez kir, hinekî ji j’ vî bajarî
û paşê, dîsa ji welatekî: mîna nanekî çar parî!..
Tavildê welatê ku ev çend min jê hez kir; ji êşa pir, ji giriyê pir, mirinên pir… hezê li şûntaziyekê ew terk kir, û wî jî hez bi gorî Xwe kir bi yek carî!
Li hezê digerim, niha…
Dizanim; dengê xwezayê ye hez
Herikîna avê, guvîna bê, xuşîna spîndarê…
Min xezalek wenda kir li vê pesarê:
Dildarên xakeke nebedî bûn
Di şiveriyên çiyayekî de, vê berêvarê!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê