A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arjen Arî - Heyrano
542 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arjen Arî - Heyrano

ji çiyayê tûjik -ku
bi çil qevzî çilçav-
ji te re anîme ev çeng av.
ka vexwe heyrano,
tu tî yî, tu tî!
û tu birîndar î jî.

heyy
raaa
nooo...

kîjan şopa nicis li te da!
ji çiyayê tûjik te xwe berda
xopanê vî bajarî dahfik li ber te veda
pezkoviyê cûdî, heyrano
nikarim bidim melhema te jî...

şerr
vaaa
nooo...

zelal, ava qirr qeşa
çeng bi çeng bidim te jî,
tu tî yî, tu tî!
heyrano,
tu têhn î li qurtek azadî!

xwîna te ye diherike nolî êrîş bike axê
tehntir ji te xuya dike axa tu lê evîndar
dirêjî çiyan dibin destên te î rûmetdar,
bajar bêpêjn dimîne, hew diyek dike hewar:

şerr
zaaa
nooo! ..

xwîna me mazatê de
zêrê zer re serbiser e.
her xwîn vedigere axê
axa bêxwîn xwelîser e.
azadî her kê xwestibe
xwîn rakiriye di ber re,
di şer de bûm doh jî loma
îro şer e, sibe şer e...
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê