A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arjen Arî - Ev Çiya Rûspî Ne
956 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arjen Arî - Ev Çiya Rûspî Ne

Di qada şer de pişta me negihişt erdê.
Te şahid bivê, va Herekol.
Miradkar, bi bext û ol
Va Cûdî
û va ye ev ax!

Kîj wextî bêleheng ma?
Kî gavê bêkêr?
Ev axa bi xêr û bêr
Ji bakur ve serejêr
Gebar,
Sîmal,
Bêxêr...
Her yek şêrko
Ango,
Yek yek Êzdînşêr.

Li piştekê bigerî, va ne:
Ev Nemrûd e
Ev Agirî ye
Ev Sîpan e.
Kîjan e nerûspî
Heyran
Bêrûmet kî ji van e?

Ronakê lêda çûrisî
Kirasê l`bejnê qerisî, qelemsiltan e.
Enîmêr e û Dêrsimî,
Ev çiya Tûjik e, heyran!

Heyran,
Ev çiya destbirakê Sîpan e.
Ku di bin berfê de mane.
Ba hûû dike,
Mûnzir pûç î pûç dike,
Zivistan e!

Bi pilingê pêşî re şîyar dibin.
Têhn vedide l`lûlan ji teqînê.
Stran dikevin pêlên xuşînê,
şer dîne, şervan dîne
çarmêrkî rûniştî di bin berfê de
Ev çiya rûspî ne, heyran!

Me, lome nekir ji wan.
Na na, û ne ji yekî!
Navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî,
Me lîland,
Loma, bi Sîpan in stranên me
Ka bistrê, heyran!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê