A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arjen Arî - Dem Payîz e
1238 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arjen Arî - Dem Payîz e

ba qulipî hîv tê werbû
havîn hişk bû stran kerr bû
madê payîzê re zer bû
şeqitî dem li dor û darê

hinar sor in bîhok zer e
li dû quling qaz koçber e
bi gûzê re j`gûn diwere
gewez bûn pel li çinarê

temaşê de lê guhdar im
nala xuşînê ez xwarim
dibêje hejke xembar im
dem payîz e`l sipîndarê

dem payîz e xem payîz e
dilînek bi dil dilîze
nola hemû daran zîz e
hinar û danê êvarê

temen li dû, payîzek tê
buhar biçê havînek tê
ha vê wextê ha vê wextê
kîşwer şaş bûn li min û yarê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê