A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arjen Arî - Berê Min Ketiye Xozatê
1187 Xwendin
7 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arjen Arî - Berê Min Ketiye Xozatê

zû bi zû nagire
û nabare her sal.
Ji çirra sîr spî, delal
berfê girtiye Berîka Mêrdînê.
tu bibînê, li çiyayê Omerta tê kabê.
Dibêjin heta adarê ranabê!
Xezala`m mekeve rê,
tu bi ser min ve nabê!..
bi lingên hinekiri min tu divê,
bi porê mifil-mifilî...
di bin hevrîşimiya hepriyê de berbiskên erebî
gerdena te de mircan, bêvilê de xizêm...
xwestiya ji çend salan de yî bûkê,
rahijî buxçikê û tu bê!
nenas î, rêbiyan î, nezan î.
mijeke kor Mûnzir ji erdê hilanî,
û Dêrsim ketiye bextê hikumeta vî zemanî! ..
dîsa dayê...
xezala`m mekeve rê;
darên berû ta digrin,
tu û vê sermayê!..

mîrekê demê çile ye niha.
tu rê naçe ser riya hêviyê.
çefiyê dipêçim û dikim gilokek xem,
li hêviya adarê ye cehinnem
û ez û tu,
û ez û Mûnzir,
û ez û Tûjik. ..
heft meh e berf e barê me.
ku gur xwe li gur dipêçe û hirç nayê der ji gehê!
dîhnek e,
difîkîne û tê
sirra reşemehê!..

ji êvar de dayê! xezala m`mekeve rê,
ha riya Dêrsimê ha ya Kerbelayê!

egîd im nihîte
û hijde salî
bi min dest pê dikin
çîrokên lehengiya duhezar salî
kirasên berfê tên ku bigrîn,
sê roj e bêzewad,
sê roj e xurîn im.
yanî birçî me mîna guriyê sibatê!
bi destên min ve nayê,
bûye qetek ji qeşê
hesinê vê kambaxê,
polayê vê keleşê!

û berf hê jî tê...
ne min got; sê roj e xurîn im.
min nêt e te bibînim:
berê min ketiye Xozatê!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê