A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arjen Arî - Bêdîn im, Îman Berdayî
8902 Xwendin
55 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arjen Arî - Bêdîn im, Îman Berdayî

hisret û meyl û tenayî
ne şiyar im, ne razayî
li ber çavan tu xuyayî

xewa heyî evînê bir
hisret ji meylê bû pir
xwe berda dil b`dujminayî.

xwe berda... kûr xwe berda,
ji lêvan xwe berjêr berda;
kasa meyger de tenayî...

meyger ev kas ya çenda ye?
bi navê bedo te mey meye
tahm-hisret reng-sûriyayî?

meyger meyek din werîne.
hizr û meylê jê derîne,
da bide min tahmek xudayî

wê şevê, derengî şevê
berdam meyger, berdam xewê
kase bûn lêvê bedewê.

bedew hizr e bedew meyl e
qeyse wê me j`min re leyl e
evîndar û dil memdayî

şewt ne bes, kizîn ne bes e?
ev şev û mey û ev kas e...
bêdîn im, îman berdayî!...
Şîrove
Rênas
05-02-2019, 20:03:37
helbesteka gelek xweş e, ji dengê wî hê xweştir dibe.
HELBESTHEZ
04-03-2020, 13:10:56
Helbest, hest, xwendin, vegotin...hemû tevde zor başbûn
Bahadîn ROBAR
10-08-2020, 12:09:13
Te bi rêzdarî bibîr tînim helbestkarê mezin.
Aramiran
18-07-2021, 08:56:22
Carek ne bes ducarikirim hewkas betahm u xwešssš bu ezbeni

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê